Roja bûyîna Zerdest pêxember hat pîrozkirin

Roja bûyîna Zerdest pêxember hat pîrozkirin

PeyamaKurd- Zerdeştiyên Kurdistanê roja jidayîkbûna Zerdeşt pêxember pîrozkirin. Tê qebûlkirin ku pêxember Zerdeşt ji niha 3 hezar û 757 sal berê hatiye dinyayê.

Kesên bi Zerdeşt pêxember bawerin û di rêça wî de diçin, dibêjin di roja bûyîna wî de, weka ji nûh de hatibin dinyayê xwe hîs dikin. Li gor mûbe (alim) yê Zerdeştiyan yê li bajarê Silêmaniyê Qadirok Ahmed ku ji Rûdawê re ragihandiye:

“Gotinên Zerdeşt pêxember û cejna roja bûyîna wî, di navbera mirovan de bo aştî, xweşbînî, yekîtiyê peyama bo hemû dinyayê ya li dijî şer, pevçûn û mirinê ye. Hêviya me ya mezin ew e; di dinyayê de bê şer û komkujiyan jiyana bihevre û di nava aştî û yekîtiyê de ye.”

Zerdeştî di dinyayê de du rojên wan yên kêf û xweşiyê hene. Yek jê roja ji dayîkbûnê ye ku kêf dikin. Ya din jî roja ku Xwedê riha wan distîne bo wan kêfa herî mezin e. Fikra baş, ramanên baş, kiryarên baş bo wan girîngin û li aliyê dinê xwedîderketina li destê xwe, pişta xwe û zimanê xwe her 6 şertên wan yên bingehînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin