PeyamaKurd – Ajanseke tûrîzmê ya li Rûsyayê bi xeletî mişteriyên xwe li şûna ku bişîne paytexta Spanya Madrîdê, şand Mêrdînê û tûrîstên ku dema daketin Mêrdînê matmayî man, rojekê li Mêrdînê man û dan Mêrdîn gelekî eciband.
Li gor zanyariyan, ajanseke geştiyariyê li Rûsyayê xeletiyeke balkêş kir. Ajansa ku xwest mişteriyên xwe ji ser Stenbolê re bişîne Madrîda paytexta Spanyayê, bi xeletî şand Mêrdînê.
Hat zanîn, piştî balafirê danî û koma geştiyar li balefirxaneyê daketine, pê hesiyane ku li şûna Madrîdê hatine Mêrdînê. Rêvebirê Geştiyariyê Bekîr Falay di derbarê mijarê de diyar kir, geştiyarên Rûs li Mêrdînê rojek xweş derbas kirine û got: “Daxwaza çûna Madrîdê ji Rûsyayê heye. Ajans li wê derê ji dêvla Madrîdê bilêta Mêrdînê ya bi Stenbolê ve girêdide. Dema mişterî tên Mêrdînê, rastî sosreteke neçaverêkirî tên û matmayî dimînin. Tevî vê tevliheviyê jî me gelek baş mazûvaniya turîstan kir. Wan rojek pir xweş derbas kir. “
Herwiha Serokê Komeleya Karsazên Tûrîzmê ya Mêrdînê Aslan Paşaoglu jî destnîşan kir ku turîst tevî xeletiyê jî ji Mêrdînê pir hez kirin. Ji aliyê din ve hat tomarkirin ku geştiyar roja din ji bajêr derketin û di ser Stenbolê re li balafira Madrîdê siwar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin