PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, derbarê rewşa dawî ya êrîşa ser Ukraynayê daxuyanî dan û got, wê operasyona wan heta ku bigihin armancên xwe yên hatine diyarkirin berdewam bike.
Sergey Şoygu, derbarê şerê li Ukraynayê de civînek bi fermandarên pilebilind ên rûsî re lidar xist û ragihand ku qonaxa yekem a operasyonê bidawî bûye û hêza leşkerî ya Ukraynayê gelekî kêm bûye.
Herwiha Şoygu diyar kir, "Êdî ev rewşa dikare rê bide ku bala xwe bidin ser rizgarkirina Donbasê.”
Şoygu daye xuyakirin ku artêşa Rûsyayê li Ukraynayê serdestiya hêza asmanî bi dest xistiye û hemû sîstemên berevaniya asmanî hatine tunekirin.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, heta niha ji 152 balafirên Ukrayna 123yê wan, ji 149 helîkopteran 77ê wan û ji 180 sîstemên berevaniyê jî 152yê wan hatine tunekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin