PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîr ê Tirkiyê zaroka 9 salî Yagiz Ozic piştî ku testa wê ya Covid-19 pozîtîf derket bi çend rojan jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku navçeya Bornova ya Îzmîrê zaroka 9 salî ya keç ku diçû pola 4an a dibistanê, nerehetiya wê testa korona hatiye kirin û testa wê pozîtîf derketiye.
Zaroka ku bi koronayê ketiye, heftaya borî ji ber zêdebûna kela laşê wê rakirine nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê û piştre jî li nexweşxaneyê xistine tedawiyê û roja îna borî jî rewşa wê giran bûye can daye.

Malbata Ozic daye daye xuyakirin ku ji bilî pêketina koronayê beriya niha ti nexweşiyeke keça wan nebû û wan hêvî dikir sivik derbas bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin