“Heya zorê nedin ser Îranê bi Hûsiyan re astî çênabe”

“Heya zorê nedin ser Îranê bi Hûsiyan re astî çênabe”

PeyamaKurd – Li gor ajansa fermî ya SABA yê ya Yemenê; serokwezîrê Yemenê Mû’în Abdulmelîk li payîtext Adenê bi serokê misyona Yekîtiya Awrûpayê Hans Grundberg û balyozên welatên YA yê yên li Yemenê civiya. Abdulmelîk got ku ew terefdarê çareseriya Hewla Konseya Hevkariya Kendavê û biryara NY ya jimare 2216 dixwaze lihev bikin. Abdulmelîk weha got:

“Eger civaka navdewletî zorê nedin ser Hûsiyan û destekvanê wan Îranê, wê li Yemenê aştî çênebe. Hûsî ne li ber tiştekîne. Îran Hûsiyan bo şantajê li civaka navdewletî bike bikartîne. Ne xema Hûsiyane bê xelkê Yemenê birçiye, taziye an çi eziyetê dikşîne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin