Sîrketa Amazon ji trîlyon dolarî zêdetir qiymet wenda kir

Sîrketa Amazon ji trîlyon dolarî zêdetir qiymet wenda kir

PeyamaKurd – Şîrketa bazirganiyê ya e-tîcaretê ya Amerîkayê Amazon, gelek ji qiymeta xwe wenda kir. Ji hezîrana 2021an heya niha 1 trîlyon dolar qiymet wenda kiriye û Amazon di seha xwe de şîrketa yekeme ku ew çend qiymet wenda kiriye. Li Amerîkayê, ji sala borî heya niha bi temamî 5 şîrket li dora 4 trîlyon qiymet wenda kirine.

Di hezîrana 2021an de qiymeta şîrketa Amazonê 1 trilyon 878 mîlyar dolar bû û piştî wê rojê, her çû ji qiymeta xwe wenda kir. Şîrketa ku Jeff Bezos ava kiribû û di hezîrana par de bihayê wê 1 trilyon û 878 mîlyar dolar bû, niha bihayê wê 878 mîlyar dolare.

Ne tenha şîrketa Amazonê lê her weha Microsoft jî bi bihayê 900 milyar dolarî qiymet wenda kiriye. Di pey de jî şîrketên Apple û Facebookê tên.

Amazon di 3 mehên dawiyê de dahatên wê ne li gor bendeyên wê bûn û dibe ku Amazon hinek karmendên xwe ji kar derxe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin