PeyamaKurd – Tîmên Fermandariya Cendirmeyên Wanê, li navçeya Artemêtê 21 koçber desteser kirin.
Li gor Parêzgariya Wanê diyar kir, tîmên Fermandariya Cendirmeyên Wanê, di çarçoveya xebatên rêgiriya koçberan de li bejahiya navçeya Artemêtê operasyonek li dar xistin. Di operasyonê de 21 koçberên xwe di qewarê de veşartibûn hatin desteserkirin.
Herwiha hat ragihandin, koçber piştî karên yasayî ji bo Navenda Paşde Vegerandina Îdareya Koçê ya Wanê hatin radestkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin