PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rayedarên Amerîkayê beriya hemleya Serokê Koma Wagnerê ji hewldana wî ya kotedayê hatiye agahdarkirin.
Li gorî nûçeya New York Timesê, roja Çarşemê îstixbarata Amerîkayê Washington ji amadekariya Progojîn a dijî Moskowê hatiye agahdarkirin.
Herwiha Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) jî li hember vê hemleya Progojîn û metirsiya li ser kontrola cebilxaneyên çekên nukleerî rayedar agahdar kirine ku ev demeke nakokiyên navbera hêza Wagner û Moskowê ji nêzîk ve dişopand.
Hêjayî gotinê ye, şeva borî 24ê Hezîranê karwana koma Wagner beriya ku bigihe Moskowê, di navbera Progojîn û Kremlînê de lihevkirin çêbû û Wagner hem ji bajarê Rostovê vekiya hem jî meşa ber bi Moskowê bidawî anî.
Progojîn ev hemleya xwe ne wekî darbe lê wekî meşa edaletê bi nav kir ku destpêkê daxwaza radestkirina Wezîrê Berevaniyê Sergey Şoygu û Sererkanê Artêşê Valery Gerasîmov kiribû.
Piştî lihevkirinê Kremlînê ragihandiye ku dê doza li ser Progojîn bê betalkirin û rê li ber xwînrijandinê hatiye girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin