Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Wê di qedexeya çûnûhatinê de guhertin bê kirin

Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê: Wê di qedexeya çûnûhatinê de guhertin bê kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand, qedexeya çûnûhatinê ya ku ji ber belavbûna Koronayê hatiye ragihandin wê li gorî raporên wezareta tenduristiyê were guhertin.

Rêber Ehmed îro 11ê Nîsanê Yekşemê di civîneke rojnamevanî de got, qedexeya çûnûhatinê dê were guhertin û diyar kir, wê çawaniya wan guhertinan di civîna îro ya komîteya bilind ya rûbirûbûna Koronayê de û li gorî raporên wezareta tenduristiyê kifş bibe.

Rêber Ehmed da zanîn, ji ber ku li pêşiya me meha Remezanê heye û divê qedexe wisa be li gorî merasim û çalakiyên ayînî yên wê mehê biguncin.

Li ser vekirina dergehên mizgeftan jî wezîrê navxwe got, emê di civînê de li ser wê jî gotûbêj bikin. Lê ez dîsa jî dibêjim her tişt li gorî raportên tenduristiyê kifş dibin.

Li ser xemsariya bicîhanîna qedexeya hatinçûnê li Silêmaniyê jî Rêber Ehmed bibîr xist, mixabin qedexeya çûnûhatinê li hinek deveran bi sistî tê bicîhanîn. Li Silêmaniyê roja yekem qedexe bicih nehat lê paşê me bi berpirsên pêwendîdar re pêwendî kir û rewş baştir bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin