PeyamaKurd – Li Nîjerya li eyaleta Kadûna mizgefta bi navê Îmarata Zazzau hilweşiya û di encamê de 10 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn. Mizgefta navborî temenê wê 186 sale û di wexta limêja esrê de roxiyaye.
Emîrê Zazzau Ahmad Nuhu Bamalli ragihandinê kir. Bamalli gotiye ku birîndaran birine nexweşxanê û li ser sedema hilweşîna mizgeftê radiwesttin.
Mizgeft, di wexta emîr Mohammed Bello de di navbera salên 1835-1837an de hatiye avakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin