Sedr: “Bo Besrayê êdî ez nikarim bêdeng rawestim”

Sedr: “Bo Besrayê êdî ez nikarim bêdeng rawestim”

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedr û Serokê Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedr, derbarê rewşa Besrayê de sê roj mohlet da û got: “Arambûna min bi dawî bû.”

Muqteda Sedr li ser rewşa Besra û xwepêşandanên li wê parêzgehê gotarek pêşkêş kir û got: “Nikarim weke temaşevanekî bisekinim. Arambûna min bi dawî bû li ser wan bûyerên ku li Besrayê diqewimin, ji zilm û êrişkirina xwepêşanderan, bi neheqî kuştina wan, xirabiya xizmetguzariyan, tunebûna av û elektrîk û tunebûna rûmeta hikûmetan, di serdema wêranker de jî û piştî rûxana wê jî.”

Sedr çend mijar li ser xwepêşandanên Besrayê destnîşan kirine ku daxwaz dike di nava sê rojan de parlemento bicive û rûniştin jî bi awayekî zindî ji xelkê re were nîşandan.

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji parêzgehên din daxwaz dike ku alîkariya Besrayê bikin û bigihîjin hawara wan.

Muqteda Sedr daxwaza xwepêşandanên nerazî jî dike weke helwestek li gel xwepêşanderên Besrayê û daxwaz dike ku xwepêşandana "yekbûna hêrsê" were encamdan, ku Tevgera Sedr dê piştre dema wê ragihîne.

Sedr got: “Êdî ez nikarim bêdeng rawestim û temaşe bikim di derbarê tiştên ku li Besrayê diqewimin sebar min nema ku zulim û êrîşî xwepêşanderan tê kirin û bê suc têne kuştin, xizmetguzarî li wê parêzgehê xirab e, ne av û ne rûmet û ne elektirîk heye.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin