PeyamaKurd- Li gor ragihandina Fermandariya Amerîkayê ya Navendî (CENTCOM) Washington li hemberê tehdîdên Îranê balafirên bobardimanê yên B-52 Stratofortress û tevî wezîfedarên wan şand balafirgeha Qatarê. Balafir di malpera CENTCOM ê de hatin nîşandan. Di Rojhilata Navîn de balafirgeha Al Udaid ya Qatarê bo Amerîkayê belkî balafirgeha herî mezine.
Îran bi sedema ku Amerîka keştiya balafiran û sîlihên din şandiye Kendavê Amerîkayê protesto kir. Îran dibêje ku ev taktîkeka kevne û dixwaze Îranê bitirsîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin