PeyamaKurd – Welatên G7ê diyar kirin, ew ê li hemberî Rûsyayê di şerê bi Ukraynayê re, li kêleka rêveberiya Ukraynayê bisekinin û piştgiriya xwe nû kirin.
Welatên G7 ku ji Amerîka, Kanada, Fransa, Îtalya, Japonya, Îngilîstan û Almanyayê pêk tê, daxuyaniyeke hevpar dan. Careke din şerê Rûsyayê li ser Ukraynayê şermezar kirin û ragihandin, şer çiqasî dirêj bibe jî, wê piştgiriya Ukraynayê bidomînin.
Têkildarî Rûsyayê bang li rêveberiya Belarûsê!
Wezîrên Karên Derve yên welatên G7 ku li ser geşedanên dawîn civînek li dar xistin, piştî hevdîtinan daxuyanî dan û bang li Belarûsê kirin. Di bangewaziyê de daxwaz ji Rûsyayê kir ku nehêle ew zeviyên xwe bikar bîne.
Di vê daxuyaniyê de welatên G7 bal kişandine ser wê yekê ku eger Belarûsya navborî rasterast tevlî şerê Rûsyayê bibe, wê berdêla wê ji bo rêveberiya Belarûsê giran be.
Bang li Rûsyayê: "Ji axa Ukraynayê bê şert û merc vekişin"
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, welatên G7 careke din soz dane ku ji bo parastina jiyana zêde ya Ukraynayê bi lez û bez hewcedariya Ukrayna ya bi alavên leşkerî û berevaniyê bi taybetî jî berevanîya hewayî pêk bînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de endamên G7 pêşwazî li hewlên Serokê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy ji bo pêşxistina aştiyeke adil û mayînde kirin û daxwaz ji Rûsyayê kirin ku êrîşên xwe rawestîne û hêzên xwe bi temamî û bê şert û merc ji tevahiya axa Ukraynayê vekişîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin