Ji 9 topên hawinê 3 heb li avahiyên dewletê ketin

Ji 9 topên hawinê 3 heb li avahiyên dewletê ketin

PeyamaKurd - Tê ragihandin ku j destpêkirina êrîşa artêşa Tirkiye bi ser Rojavayê Kurdistanê de 9 topên hawinê li navenda navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya Riha ya Bakurê Kurdistanê ketine û şêniyên deverê jî neçar mane cih û warên xwe berdin.

Li gorî raportên medyayî yên herî dawî, ji dema êrîşa doh ya artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî Tirkiyê ve, ji ber şerê berdewam 9 topên hawinê li navenda navçeya Kaniya Xezalan ketine ku beşek ji avahiyên bûne armanc avahiyên fermi yên dewletê ne.

Hat zanîn yek ji topa hawinê li avahiya Rêveberiya Çandiniya Navçeyê, yek jî li nêzîkî avahiya asayişa navçeyê û yek jî li avahiya parêzgariyê ketiye.

Tê ragihandin ku xelkê wan navçeyên hevsînorê Rojavayê Kurdistanê hêdî hêdî têne valakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin