PeyamaKurd – Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mikatî diyar kir, welatê wî naxwaze şer bike, lê heta niha di vî warî de garantî wernegirtine.
Mikatî di kanaleke televîzyonê ya Lubnanê de derbarê rojevê de daxuyanî da.
Mikatî da zanîn, ji bo Lubnanê ya sereke ew e ku bawerî û îstiqrara xwe bidomîne û got, "Lê belê ji ber ku rewş her tim diguhere, min nikarîbû di derbarê geşedanan de garantî ji tu aliyan werbigirim."
Mîkatî diyar kir, divê Îsraîl êrîşên xwe yên provokatîf ên li dijî Hîzbullahê rawestîne û got, "Ji ber ku Lubnan naxwaze şer bike."
Dema ku pevçûna Îsraîl û Hemasê li Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî veguherî şerekî dijwar, sînorê Îsraîl-Lubnan dîsa germ bû. Ev herêm di van demên dawîn de bûye qada êrîşên dualî yên artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê.
Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand, balafirên bêmirov ên Hîzbullahê ku ji başûrê Lubnanê dihatin, hatin xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin