PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya 24 saetên dawî yên rewşa vîrusa koronayê de ragihand ku 7 kesan can daye û 392 kesên din bi Covid-19 ketine.
Wezaretê eşkere kir ku ji 392 kesên bi vîrûsa Koronayê ketine; 202 kes li Hewlêrê, 143 kes li Silêmaniyê, 34 kes li Duhokê û 7 kes li Germiyanê ne.
Herwiha wezaretê diyar kir, 7 kesan jî 1 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê jiyana xwe ji dest dane û 155 pêketî jî di nav 24 saetên borî de baş bûn.
Amarên giştî yên Covid-19 li Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 112695 kes.
Mirin: 3564 kes.
Başbûn: 105451 kes.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin