PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê hişyarî da û got, derveyî Koronaya kevin, sê cureyên din ên Koronayê yên xwe guhertî hatine tespîtkirin û em niha di qonaxeke metirsîdar de ne.
Îro 27.03.2021ê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî li ser facebookê destnîşan kir: ‘‘Niha em di qonaxeke metirsîdar de ne û li gor encamên testan, derveyî Koronaya kevin, 3 cureyên din ên Koronayê yên xwe guhertî hatine tespîtkirin.’’
Hewramî eşkere kir: ‘‘Piştî hejmarek kîtên taybet bo testên Koronaya xwe guhertî hatin û me test encam dan, me karî 3 cureyên din ên vîrusa Koronayê û cureya kevin jî diyar bikin. Herwiha daxwaz ji hemwelatiyan dikim, pabend bin bi xweparêziyê ve û xwe biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin