PeyamaKurd - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya çalakiyên weke xwepêşandan û kombûnên nerazîbûnê ji bo dema meheke din hat dirêjkirin.
Parêzgariya Mêrdînê bi daxuyaniyekê nivîskî ragihand, ku li gor destûrê û yasayên Tirkiyê, bi armanca pêkanîna aramiyê, qedexeya çalakî, meş, xwepêşandan, vekirina standan û hemû çalakiyên bi vî awayî bo heyama meheke din hatiye dirêjkirin.
Biryara Parêzgariya Mêrdînê di demekê de ye, ku ji roja 19ê Tebaxa 2019an ve bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li şûna Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê qeyûm hatiye danîn û beşek ji welatiyên bajêr bi çalakiyên sivîl û aştiyane nerazîbûna xwe li hember wê biryarê nîşan didin.
Li aliyekî din li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jî bo dema mehekê qedexe hatiye ragihandin û lidarxistina xwepêşandan û mîtîngan hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Colemêrgê daxuyaniyek belav kiriye û li gor wê daxuyaniyê, ji 16 Îlonê ve heta 15 Cotmehê, lidarxistina xwepêşandan û meş û mîtîngan, vedana çadiran û hemû coreyên çalakiyan qedexe ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin