PeyamaKurd – Li sînorê navçeya Elbakê yê navbera bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê û Wanê, xelkê du gundan ji ber nakokiya ser zozanên çêrandinê, bi çekan pev çûn.
Hat ragihandin ku di bûyera ku îro 20ê Tîrmehê danê sibehê rû daye de, di encama şerê bi çekan de 4 kes ji herdu aliyan hatine kuştin.
Piştî bûyerê tîmên cenderme, cerdevan û tenduristiyê çûne cihê bûyerê û cenaze bo morga nexweşxaneyan hatine rakirin.
Lêpirsîna derbarê bûyerê de dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin