Efrîn: Erebê hawirde zarokê Kurd kust

Efrîn: Erebê hawirde zarokê Kurd kust

PeyamaKurd - Li navçeya Cindirêsê ya parêzgeha Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê erebekî hawirde zarokekî Kurd kuşt.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê erebekî hawirdê zarokekî Kurd ê bi navê Ehmed Xalid ê 16 salî kuştiye û termê wî avêtiye bîrekê.

Di derbarê bûyera hovane de Welîd Metêyê apê zarokê Kurd ê ku ji aliyê erebê hawirde ve hatiye kuştin ji Rûdawê re got: “Biraziyê min bi kêran hat kuştin, li ser laşê wî şopên kêran hebûn û termê wî avêtiye bîreke avê.Kujer Ereb e û navê wî Yamîn Ehmed Îbrahîm e, ji Îdlibê ye û piştî dagirkirina Efrînê hatiye herêmê.”

Welîd Metê li ser kuştina biraziyê xwe jî axivî, “Ew erebê hawirde li firûna bavê Ehmed kar dikir ku Ehmed jî li wê derê kar dikir, beriya hefteyekê di navbera wî erebê hawirde û xwediyê firûnê de pirsgirêkek derketibû û ji kar hatibû derxistin. Wî ji Ji bo tolhildanê Ehmed kuşt.”

Herwiha Welîd Metê da zanîn ku erebê hawirde Ehmed biriye derveyî bajêr û wî li ser rêya Telsûrê kuştiya piştre jî termê wî avêtiye bireke avê.

Welîd Metê ragihand ku îro cenazeyê Ehmed ji bîrê hatiye derxistin û erebê hawirde jî ji aliyê polîsên Efrînê ve hatiye girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin