Sanda Kurdistanê bi berpirsên Amerikî û Brîtanî re civiya

Sanda Kurdistanê bi berpirsên Amerikî û Brîtanî re civiya

PeyamaKurd - Şanda Bilind a Danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li Bexdayê ye, bi berpirsên balyozxaneyên Amerîka û Brîtanyayê li Iraqê civiya.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, îro 25ê Hezîranê bi berpirsên balyozxaneyên Amerîka û Brîtanyayê re hevdîtin pêk anîn.

Hat ragihandin ku di civînan de pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pêşhatên dawî yên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku berpirsên her du balyozxaneyan piştevaniya xwe ji bo gihîştina rêkeftinê bi Bexdayê re anîn ziman.

Herwiha dane zanîn ku pêwîste çareserî pêk were daku di rûbirûbûna koronayê de û li hemberî metirsiyên DAIŞê yên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi ser bikevin.

Tê çaverêkirin ku şanda Hikumeta Herêma Kurdistanê îro dawî civînên vê hefteyê bi şanda Hikûmeta Federal a Iraqê re pêk bîne ku mebest gihîştina rêkeftineke bi giştî ya li ser hemû mijarên nakokî li ser hene ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin