Çarenûsa 4 rojnamevanên ku Îranê ew girtibûn ne diyar e

Çarenûsa 4 rojnamevanên ku Îranê ew girtibûn ne diyar e

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê 30 rojnamevanên Ajansa Ferdaî Eqtesad desteser kiriye, 26 ji wan rojnamevanan serbest berdaye lê belê 4 rojnamevan hîna ji girtî ne û rewşa wan diyar e.

Medyaya Îranê da zanîn ku hêzên rejîmê duşema borî, ser navenda Ajansa Ferdaî Eqtesad a li paytext Tehranê kirine û 30 xebatkarên ajansê desteser kirine.

medyayê diyar kir ku ji van 30 rojnamevanan 25 piştî şevekê desteser man sêşema borî serbest hatine berdan û sernûserê ajansê Elî Mîrzaxanî jî piştî 4 rojan, roja Îniyê serbest hatiye berdan, lê belê rojnamevanên bi navên Mehrdad Eskerî, Nikan Xebazî, Elî Tasnemî û Behzad Behmannejad girtî mane.

Hate ragihandin ku heta niha çarenûsa van rojnamevanên ku girtî mane ne diyar e û li gel hefteyek bi ser desteserkirina wan çûye jî rayedarên rejîmê di derbarê van rojnamevanan de ti zanyarî aşkere nekirine.

Rojnamevana aborî, Meryem Şukranî, di twîteke xwe ya li hesabê xwe yê Xê ragihand ku ev rojnamevan ji roja Duşema borî ve desteserkirîne, heta niha bi malbatên xwe re pêwendiyekê dananîne û cihê veguhestina wan jî nehatiye ragihandin,

Şukranî da zanîn ku sernûserê ajansê Elî Mîrzaxanî ku li gel hevkarên xwe hatibû desteserkirin serbest hatiye berdan, lê belê her çar rojnamevanên den hîna jî desteserkirî ne û ji ber di derbarê wan de ti agahî nehatine parvekirin, malbatên wan di metirsiyê de ne.malperê hatibû binçavkirin, piştî ku rayedaran serbest berdan, vegeriya mala xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin