Çîn: Em ji rewsa Zaporijyayê ditirsin

Çîn: Em ji rewsa Zaporijyayê ditirsin

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Çînê ve li ser rewşa santrala nukleerî ya Zaporijyayê ya Ukraynayê ve daxuyanî hat dayîn û hat eşkerekirin ku ew, ji êrîşên li dijî santralê, gelek ditirsin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Çînê yê daîmî Zhang Jun, li ser bombardûmana li dijî santrala nukleerî ya Ukraynayê ya Zaporijyayê da zanîn ku welatê wî ji rewşê xwedî fikar e û ditirse ku ji ber bombardûmanan, rewşeke dijwar biqewime.

 Zhang Jun eşkere kir ku divê dest ji çalakiyên ku ewlehiya nukleerê dike bin xetereyê bê berdan û hegera qezayeke ku nayê xwestin, dakeve asta herî kêm.

Jun, agahiyên ku ji Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) girtine jî parve kir û da zanîn ku bombardûman di asta yekemîn de ewlehiya nukleerê xira nake û asta radyasyonê jî di rewşeke asayî de ye.

“Ji gelek aliyan ve zerarê dide”

Nûnerê NY’ê bi berdewamî got, “Lê belê bombardûmanê zerar daye avaniya tesîsê, pergala ewlehiyê, xwedîbûna hêzê û ewlehiya xebatkaran. Vê yekê jî di nav qada navneteweyî de rê li ber bangewaziya rewşa lezgîn a nukleerê vedike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin