PeyamaKurd – Pêşmergeyên Yekîtiya Parastina Jîngehê ya 5113 ku li herêma Mêrgesor a paytexta Kurdistanê Hewlêrê kar dikin, piştgirî dan kampanyaya ku ji bo mexdûrên erdhejê li Tirkiye, Sûriye û Rojava hat destpêkirin.
Yekîneya Pêşmerge beşek ji erzaq û pêdiviyên ku ji bo wan hatine, pêşkêşî mexdûrên erdhejê kirin.
Di 6ê Sibatê de li Mereşê erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6’an pêk hatin li Tirkiye, Sûriye û Rojava bû sedema wêraniyeke mezin, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da û bi milyonan mirov mexdûr bûn.
Di dema ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di saetên destpêkê de alîkariyan ji bo herêmên erdhejê dişîne, li hemû bajaran ji bo mexdûrên erdhejê kampanya hat destpêkirin.
Pêşmergeyên ku di Yekîneya 5113 ya Parastina Jîngehê ya bajarokê Mêrgesorê ya navçeya Soran a Hewlêrê de dixebitin jî piştgirî dan kampanyayê.
Fermandarê Yekîneya 5113 ya Mergesorê ya Parastina Jîngehê Kolonel Hesen Halîl ji Rûdawê re ragihand, Pêşmergeyên me ji roja yekem ve bi hesta biratiyê dest bi komkirina erzaq, pêdawîstî û kelûpelên alîkariyan li navçeyên erdhejê kirine.
Albay Hesen Halîl diyar kir, hêzên Pêşmerge pêdiviyên xwe yên rojane yên weke birinc, şekir, domate, çay û pêdiviyên din ên rojane ji bo herêmên erdhejê veqetandine.
Berdevkê Karûbarên Çapemeniyê yê Yekîtiya Pêşmergeyan Mezher Seîd eşkere kir, wan 3 ton xwarinên ku kom kirine ji Komîsyona Kampanyayê ya li Soranê re şandine.
Alîkariyên ku ji aliyê yekîneya Pêşmerge ve hatine şandin, li gel kelûpelên din ên alîkariyê yên ku li navçeya Soran hatine komkirin, wê ji bo navçeyên erdhejê werin şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin