YEyê ji bo penaberan 127 milyon euroyên din da Tirkiyê

YEyê ji bo penaberan 127 milyon euroyên din da Tirkiyê

PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropa (YE) di çarçoveya bernameya piştgiriya penaberên li Tirkiyê de, fondeke ya neqdî ji Tirkiyê re vekir û 127 milyon euroyên din terxan kir.

Komisyona YEyê da xuyakirin ku127 milyon euroyên din, di çarçoveya bernameya alîkariyên madî bo penaberan a ligel Heyva Sor a Tirkiyê, Bernameya Cîhanî ya Xidayan a Neteweyên Yekbûyî (WFP) û bernameya çaksaziya civakî ya penaberên li Tirkiyê hatiye terxankirin.

Li gorî bernameyê dê ew pereyên YE bide Tirkiyê, bi rêya Kizilaykartan li penaberan werin belavkirin ku heta niha ew alîkariyên bi wî rengî bo penaberan gihîştine 1 milyar û 125 milyon euroyan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ji sala 2016an ve YEyê fondeke 6 milyar euroyan ji bo penaberên Sûrî yên li Tirkiyê derxistiye ku heta niha 5,6 milyon euro hatiye terxankirin.

Herwiha hat diyarkirin ku ji bo 3,5 milyar euroyan peyman hatiye girêdan û 2,4 milyar euro jî bo projeyan hatiye xerckirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin