PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê jî wekî hemû deverên cîhanê belavbûn û metirsiya vîrusa koronayê (Covid-19) berdewam e. Di demeke ku hejmarek derziyên koronayê hatine bipêşxistin û gelek welatan bi kompaniyên dermanan re girêbestên belavkirina wan derziyan bo welatiyên xwe îmze kirine de, hîn Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) û aliyên pêwendîdar bi rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê re ti danûstandinek bo dayîna derziyên koronayê nekirine.
Çav li rê ye piştî saziyên girêdayî WHOyê derziya koronayê radestî hikûmeta Sûriyê bikin, dibe ku pişka Rojavayê Kurdistanê jî tê de hebe, lê hîn ti sozek nehatiye dayîn.
Serokê Desteya Tenduristiyê ya Rêvebereriya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ji Rûdawê re daye xuyakirin: “Soz hene ji milê gelek welatan ve, were belav kirin û di demeke kurt de li ser her kesî belav bibe, wek Bakur Rojhilatê Sûriyê ti gotûbêj bi me re nehatiye kirin ji bo dayîna vê derziyê, hejmara me 5 milyon kes e herî kêm pêwistiya me bi milyonek derzî heye.”
Li gorî amarên dawî heta niha 6 hezar û 945 kes li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de bi korona ketine ku ji wan 189 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin