Rûsya 55 rêvebirên leskerî û siyasî xist nav lîsta res

Rûsya 55 rêvebirên leskerî û siyasî xist nav lîsta res

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku li hemberê kiryarên dewleta Kanadayê, Rûsya jî 55 rêvebirên leşkerî û siyasî yên Kanadayê xistiye lîsta reş ya dorpêçan. Kanada li hemberê kiryarên Rûsyayê li Ûkraynayê, dorpêçan danîbû ser kesên Rûsî û Rûsya jî tola xwe hilanî.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê weha ragihand:

“Serokwezîrê Kanadayê xwe bi dijminahiya Rûsya ve girêdaye û li hemberê kiryarên serokwezîrê Kanadayê Trudeau, ji ber dorpêçan daniye ser kesên Rûsyayê, li hemberê wê, Rûsya ji bo 55 siyasetmedar û rêbvebirên leşkerî yên Kanadayê xistiye lîsta reş û ketina wan ya nav axa Rûsyayê hatiye qedexekirin.”

Di nav lîstê de ji partiya muhafazakar rêvebirê îcrayê Wayne Benson û cîgirê fermandarê hêzên hewayî yên Kanadayê Colin Keiver jî hene.

Jimara kesên di nav lîsta Rûsyayê yên ku Rûsya dorpêçan daniye ser wan û hemwelatiyên Kanada ne, giha 818 kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin