Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd bidarve kir

Rejîma Îranê girtiyekî din ê Kurd bidarve kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Kerec yê Îranê girtiyekî Kurd îro danê sibehê hat bidarvekirin.

Li gorî ragihandina rêxistina mafên mirovan Hengawê, îro 15ê Hezîranê danê sibê li nav girtîgeha navendî ya bajarê Kerecê girtiyekî kurd ê bi navê Mihemed Şukriyan hatiye bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku ew girtî welatiyekî kurd bûye û 3 sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û cezalê îdamê li ser wî hatibû sepandin.

Mihemed Şukriyan ji bajarokê Eywan ê parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin