PeyamaKurd - Li bajarên Qers û Erzeromê yên herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabûn û ziyaneke mezin gihîşt deverên lehiyê daye ber xwe.
Li gorî zanyariyan li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Îdê ya Erzeromê ji ber barana zêde lehî rabû û xisar gihîşt gelek mal û axuran ku gelek ajal jî bi lehiyê re çûn.
Hat zanîn ku di lehîya ku li gundê Mjingerd ê navçeya Qamûşan a Qersê rabûye de, ligel ziyanên ser bi dehan malan, du wesayît jî di ber lehîyê de çûn û 30 dewarên welatiyan telef bûn ku pireke li ser çemê gund jî hilweşiya.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin