Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dev ji kar berda

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dev ji kar berda

PeyamaKurd Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul, dev ji kar berda û li şûna wî Bekir Bozdag bû Wezîrê Dadê ku sêyem car e vî postî werdigre.

Bi biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, destbikarkirina Bekir Bozdag wek wezîrê nû yê dadê îro Şemiyê 29ê Çileya 2022yan di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.

Abdulhamit Gul vê sibê Şemiyê 29ê Çileyê di saet 01:50 deqe li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, piştî razîbûna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dest ji postê wezîrê dadê berda ye ku ji 19ê Temûza 2017an ve birêve dibir.

Gul di twîta xwe de sipasiya Erdogan kiriye ku îstîfaya wî qebûl kiriye û pîrozbahî li Bekir Bozdag kiriye ku wek wezîrê dadê li şûna wî dest bi kar dike.

Gul herwiha eşkere kir: “Bi erêkirina Serokomarê me, min ji wezîfeya xwe ya Wezareta Dadê ku ji 19ê Tîrmeha 2017an vir ve wezîfedar im îstîfa kir. Ez spasiyên xwe pêşkêşî wî dikim ku daxwaza devjikarberdana min qebûl kir û ji Wezîrê me yê nû yê Dadê birêz Bekir Bozdag re serkeftinê dixwazim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin