PeyamaKurd- Rayedarên Moldovayê, lîsansa hin qenalên televîzyonê yên bi zimanê Rûsî dihatin pêşandan, bi hinceta ku di derbarê şerê li dijî Ukraynayê de dezenformasyonê belav dikin, rawestandin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Komîsyona Rewşa Awarte ya Moldovayê, ragihand ku ji ber berdewamiya şerê navbera Rusya û Ukraynayê, wan lîsansa weşanê ya qenalên First li Moldovayê, RTR Moldova, Accent TV, NTV Moldova, TV6 û Orhei TV yên ku li welêt weşana xwe dikin, rawestandine.
Komîsyonê da zanîn ku di encama lêkolînê de derketiye holê ku qenalan "di weşanên xwe de li ser bûyerên neteweyî û şerê Ukraynayê agahiyên ne tekûzkirî weşandine.”
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, biryara betalkirina lîsansên weşanê, bi armanca "pêşîlêgirtina hewildanên manîpulekirina raya giştî û dezenformasyonê" hatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin