PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ragihand ku ji bo şerekî sêyem yê dinyayê dernê, pêşî li gengeşeyan digrin. Scholz behsa berlêgirtina bûyerekî ku bibe sedemê şerekî cîhanî kir û weha got:
“Ji destê me çi tê em dikin da ber li bûyerekî ku bibe sedema şerekî cîhanê çênebe. Herêma ku ji bo fira balafiran qedexebe, ji aliyê NATO de bê ragihandin, ev tê vateya ku NATO dibe terefê şer. Divê şerekî nukleerî çênebe.”
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz her weha di mijara dayîna sîlihên giran yên ji bo Ûkraynayê tereddûtên xwe got û ragihand ku dayîna sîlihên giran ne mesela tirsêye lê ew mijarekî ‘berpirsiyariya siyasi’ye”
Li aliyê dinê serokê partiya CDU yê Friedrich Merz û yê partiya CSU yê ku bi hevre hevkariyê dikin ragihandin ku eger serokwezîr Sholtz biryara şandina sîlihên giran ji bo Ûkraynayê nede, wê hefteya pêşiya me pêşniyara xwe bidin parlementoya Almanyayê.
Ûkrayna bang li welatan dike da bataryayên topan, tankan, balafirên şer, helikopter, keştî û sîlihên giran bidin wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin