Polîs avêt ser avahiya HDP ê

Polîs avêt ser avahiya HDP ê

PeyamaKurd- Îro siet li dora 5 ê piştî nîvro, polîs avête ser Partiya Demotîk ya Gelan. Li navneda leqa Amedê 25 jinên aktîvîst ev 3 roje ku ketibûn greva birçîbûnê. Sedem jî bo piştgiriya parlementera HDPê Leyla Guven e ku ev 33 roje di greva birçîbûnê de ye.

Mijara duyem ya destekkirina Leyla Guven ji aliyê van jinên aktîvîst ve ku Guven niha di zîndana bajarê Hekkariya de ye, gotibû bo “perotestokirina tecrîda li ser Abdullah Öcalan” ketiye greva birçîbûnê.

Hêzên asayîşê bi jimareka zêde avêtin ser şaxa HDPê û temamê jinên ku ketibûn greva birçîbûnê, binçav kirin û wan birin baregeha asayîşê ya Diyarbekirê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin