Amnesty: Îran bê sedem jineke Kurd a ducanî di zindanê de digire

Amnesty: Îran bê sedem jineke Kurd a ducanî di zindanê de digire

PeyamaKurd – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Amnesty daxuyaniyek li ser jineke Kurd a di zindanên Îranê de girtiye belav kir û diyar kir, Îran bê sedem jineke Kurd a ducanî di zindanê de digire û jiyana wê di metirsiyê de ye.

Li gor Amnestyê do eşkere kir, metirsî li ser jiyana girtiya jin a Kurd Soida Xedîrzade ya ducanî ku demeke di greva birçîbûnê de ye heye ku zêdetirî 7 mehan e di Girtîgeha Urmiyê de tê girtin.

Amnestyê destnîşan kir, rayedarên Îranê bi awayekî ne yasayî, jina Kurd a ducanî girtine û bi tenduristiya wê dileyzin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat zanîn ku Xedîrzade, 8 meh in ducanî ye û nexweşiya dil û gurçik pê re heye lê rê nayê dayîn ku bo wergirtina çareseriyê biçe nexweşxaneyê û Xedîrzade ji mafê girtina parêzer jî bêpar tê hîştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Soida Xedîrzade, 11 roj in ji ber nerazîbûna ji girtina xwe ya ne yasayî dest bi greva birçîbûnê kiriye û derman jî naxwe.

Dezgeha Mafên Mirova ya Hengawê jî diyar kir, Soida Xedîrzade ji bo cihekî ne diyar hatiye veguhestin û çarenûsa wê nediyar e.

Soida Xedîrzade, 32 salî ye û ji bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê ye, di 14ê Cotmeha 2021an de ji aliyê Îtlaata Îranê ve bi tometa endambûna partiyên Kurdistanî hate girtin û ji bo Girtîgeha Urmiyê hate veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin