PeyamaKurd- Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, li ser zêdebûna buhayê enerjiyê ya ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, welatiyên xwe hişyar kir. Frank-Walter Steinmeier da zanîn ku bi hezaran kes bê mal mane.
Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, di bernameya “Roja Bêmalan” de axivî û bal kişand ser kesên ku ji ber zêdebûna buhayan nikarin kirêya xaniyan bidin. Steinmeier, li ser mijarê got,
“Ji ber buhayên zêde, mirovên ku nikarin berdêla xizmetan û kirêyên xaniyan bidin û bi taybetî jî malbat bi xetereya bêmalmayînê re rû bi rû ne. Her wiha mirovên ku li xaniyan jî digerin, dibe ku xaniyên bi buhayên guncav nebînin.”
Serokomarê Alman da zanîn ku li gorî texmînan ji 300 hezarî zêdetir kes niha bê mal dijîn ku ev hejmar bi qasî serjimêra bajarên mezin ên Munster û Karlsruheyê ne. Steinmeier di dewama axaftina xwe de got,
“Nêzîkî 180 hezar kes şevên xwe di stargehên ji bo bêmalan hatine çêkirin de derbas dikin û nêzîkî 45 hezar kes jî bi awayekî daîmî, li kuçeyan radikevin.”
Serkomar Steinmeier bal kişand ser vê payîza bê û da zanîn ku di mehên payîz û zivistanê de dibe ku li Almanyayê pêdiviya stara ji bo mirovan hîn zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin