PeyamaKurd- Konseya Demokratîk ya Sûriyê (KDS) ya şaxê siyasî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo hinek hevdîtinan çû paytextê Sûriyê Şamê.
Li gorî çapemeniya nêzîkî Rejîma Sûriyê Hevseroka Meclîsa Demokratîk ya Sûriyê (MDS) Îlham Ehmed û Serokê Partiya Pêşeroja Sûriyê Îbrahîm Kaftan û 3 rêvebirên Kurdistana Rojavayê bi hev re niha li Şamê ne.
Sûriyê Hevseroka Meclîsa Demokratîk ya Sûriyê (MDS) Îlham Ehmed ji Rusya Todayê re axivî û got ku em hatine Şamê ji bo ku bi Rejîma Sûriyê re muzakereyên siyasî û leşkerî bikin.
Meha bûrî, erkdarên TEV-DEM û PYDê di daxuyaniyên cuda de ragihandibûn ku ew amade ne ku bi Şamê re bêşert û merc muzakereyan bikin.
Di çapemeniya nêzîkî Rejîma Sûriyê de hinek îdda hatibûn kirin ku Rêvebiriya Rojavayê û Şamê di hinek mijara de li hev kirine û leşkerên Sûriyê wê vegerine Rojavayê Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin