PeyamaKurd - Seroka Parlementoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayîq ragihand ku Parlementoya Kurdistanê du roj şûn de li ser rewşa darayî û mûçeyê karmendan dicive.
Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwaz Fayîq got, li ser daxwaza piraniya endamên parlementoyê roja çarşemê ango 2yê Kanûna 2020an parlemento dê li ser rewşa darayî û mûçeyê karmendan bicive.
Rêwaz Fayîq daxwaz kir, endamên parlementoyê di civînê de nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe yên li ser mijarê bînin ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin