PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê (Pentagon) yê Amerîkayê John Kirby di daxwuyaniya çapemeniyê de ragihand ku bo xebatkarên konsulxaneya Kabîlê tahliye bikin, dê 3 hezar leşker bişînin Afxanistanê û dê leşker tenê bo karê valakirina konsulxanê herin.
Kirby got ku li ser fermana serok Joe Biden bi wezarata karên derve re bi koordîne plana tahliyê kirine û armanca wan ew e xebatkarên konsulxanê bi ewlehî bibin balafirgeha Hamid Karzaî û ji wê derê bigihînin Amerîkayê.
Berdevkê Pentagonê Kirby got ku li Kabîlê li dora 650 leşkerên wan hene û 3 hezar leşker tenê bo valakirina konsulxaneyê diçin Kabîlê. Berdevk, di beyana xwe de got ku leşkerên pêewendîdar li herêma CENTCOM ê wezîfe dikin û dê di nav 24 heya 48 sietan de li balafirgeha Hamid Karzaî bin. Wezîfa wan dê ti carê bo şer û pevçûnê nîn be.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin