PeyamaKurd – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji bo 8emîn salvegera girtina Endamê Polîtboruya Yekîtiya Suryanî Seîd Melkê, yê ku ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve hatiye girtin, xwepêşandanek çêbû.
Xwepêşandan, roja Pêncşemê di saet 9:30 sibehê, ji pêşiya navenda Komeleya Rewşenbîrî ya Suryanî li cadeya Wehdê destpê kir û heta pêşiya avahiya Netewên Yekgirtî li Qamişlo berdewam kir.
Di xwepêşandana ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Siberojê yên Suryanî ve hatibû rêkxistin, daxwaza eşkerekirina çarenivîsa Seîd Melkê hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin