Almanya tedbîrên xwe zêde dike

Almanya tedbîrên xwe zêde dike

PeyamaKurd- Almanya bi sedema arîşeya navbera Amerîka û Îranê tedbîrên xwe zêde dike. Almanya heya niha leşkerên Iraqê perwerde dikir lê bi sedema kuştina Qasim Silêmanî perwerdê rawestand. Serokerkaniya Almanya bi nivîskî ragihand ku asta parastina temamê leşkerên ku li dijî DEAŞê têdikoşin, hatiye bilind kirin. Perwerdeya ku li Bexda û nêzî Hewlêrê dihat dayîn, niha rawestiyaye.

Di beyanê de hat gotin ku daxwaza vekişîna leşkerên Almanya têkirin ku 30 leşker li Bexdayê ne û 100 heb jî li Hewlêrê ne. Bi taybetî Partiya Kesk vê daxwazê zêde dike.

Almanya dibe ku bifikire heya leşkerên xwe yên li Urdinê vekişîne ku yên li Urdinê wezîfa keşfa li ser Sûriyê dikin.

Biryara Almanya ew bû ku heya 31 ê cotmeha 2020an li Iraqê bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin