PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Çapaqçûrê) li navçeya Gêncê agir bi daristana çaman ket lê tîmên îtfaiya bajêr, tîma rêvebiriya daristanan û xelkê deverê re bi hevkarî agir vemirandin.
Li gor agahiyan; ji bo vemirandina agir arazozekî, yek alava mudaxeleta ewilî, alaveka îtfaiyê û 10 xebatkar çûn ciyê bûyerê. Xelkê wê derê jî alîkariya tîman kirin û nehiştin agir zêde bikeve daristanê. Di ser de ciyê şewatê sar jî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin