PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di roj 21emîn a êrîşa ser Ûkraynayê de derbarê mizakereyên ligel Ûkraynayê têne kirin de daxuyanî dan.
Lavrov got, "Kesên li ser navê me mizakereyan dikin dibêjin ji ber sedemên curbecur mizakereyên bi Ûkraynayê re hêsan derbas nabin, lê ji bo lihevkirinê hêvî heye."
Herwiha Lavrov diyar kir, "Krîza heyî kêliyeke girîng e ji ber wê pergala dinyayê diyar bike. Em ligel Ûkraynayê li ser hin formulan nêzîkî lihevkrinê ne.”
Lavrov li ser hewldanên Îsraîl û Tirkiyê yên navbeynkariyê jî got: "Em pêşniyarên navbeynkariyê yên dewletên ku sedemên vê qeyranê fêm dikin û tevlî dorpêçan nabin erênî dibînin. Di nava van dewletan de Îsraîl û Tirkiye jî hene."
Hêjayî gotinê ye, tevî ku Lavrov behsa hurgiliyên wê lihevkirinê nekiriye jî modela Swêd bo Ûkraynayê jî tê nirxandin ku welatekî bâlî yê ne endamê NATO ye lê herwiha xwedî pêwendiyên taybet e bi NATO re.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin