Hizbullahê bi dronan êrîsî sînorê Îsraîlê kir

Hizbullahê bi dronan êrîsî sînorê Îsraîlê kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li ser sînorê Lubnan û Îsraîlê Hizbullahê bi balafireke bêmirov êrîş bir ser xaleke leşkerî.

Li gorî ragihandina Hizbullahê, wan bi dronên bombebarkirî li sînorê Îsraîlê yê Metulayê xaleke leşkerî kiriye armanc. Hizbûllahê rojek berê jî ji başûrê Lubnanê 11 êrîş li ser hêzên Îsraîlê pêk anîbûn.

Hêjayî gotinê ye, ji destpêka şerê Xezeyê ve, Hizbullaha Lubnanê êrîşa dibe ser sînorên Îsraîlê û artêşa Îsraîlê jî heta niha di nav erda Lubnanê de hejmarek payebilindên Hizbûllahê kirine armanc.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin