PeyamaKurd - Biryar e îro piştî nîvro Parlamentoya Kurdistanê, bi armanca encamdana xwandina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina Yasaya Serokatîya Herêma Kurdistanê û sererastkirina şêweya hilbijartina serok heta pesendkirina destûrê, bicive.
Serokatîya Parlamentoya Kurdistanê hemû parlamentar vexwandine ku beşdarîyê di civîna îro de bikin, ku biryar e saet 3ê 15.00an bê lidarxistin.
Roja şemîya borî, Parlamentoya Kurdistanê xwandina yekem ji bo reşnivîsa sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê kiribû.
Derbarê mijarê da Berpirsê Ragihandina Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî ragihand: “Em dixwazin civîna Parlamentoya Kurdistanê bi şêweyekî asayî birêve biçe û em dê hemû hewldanan bidin da ku YNKê beşdarî civînê bibe. Ajandeya civînê jî xwendina duyem ji bo sererastkirina reşnivîsa Projeyasaya Serokatîya Herêma Kurdistanê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin