‘Ji sedî 99 gotarên melayên Kurdistanê miyanrew in’

‘Ji sedî 99 gotarên melayên Kurdistanê miyanrew in’

PeyamaKurd - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq bal kişand ser hizra tundrewiyê û got, “Gotarên ji sedî 99 ên melayên Kurdistanê miyanrew in.”

Piştîwan Sadiq di civîna ligel Desteya Rêveberiya Binkeya Laleşê de axivî û got: “Di Wezareta Ewqafê de, nûnerên 8 olan hene. Weke siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê, me hewl daye siyaseta nerm û miyanrew li Herêma Kurdistanê bibe gotarek ku xizmeta mirovahî û Kurdistanê bike.”

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha pê de çû: “Ez bi şanaziyê dibêjim ku ji sedî 99 ji meleyên hemû olên li Herêma Kurdistanê nerm û miyanrew in û xizmeta mirovatiyê dikin. Li her welatekî hinek kesên awerte hene, lê ew olan nîşan nadin. Wek mînak DAIŞê ne tenê li dijî Êzidî û Xirîstiyanan, li dijî Îslamê û hemû olên din jî kiryarên terorîstî pêk anîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin