PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji bo bihêzkirina binesaziya xwe ya li dijî êrîşên înternetê, Plana Pêkanîna Stratejiya Karker a Sîber hatiye destnîşankirin.
Berdevkê Pentagonê Mîrlîwa Patrick Ryder, ligel Gerînendehê Çavkaniyan û Analîzê Mark Gorak, civîneke çapemeniyê da û di derbarê Stratejiya Karker a Sîberê ya di navbera 2023 û 2027an de agahî dan.
Gorak di derbarê mijarê de got ku “Ev plan, ji bo pêşdeçûn û rêvebirina yekgirtî ya hêza kar ya sîber ku nêzîkî 225,000 personelên sîvîl, serbazî û peymangehî yên pir perwerdekirî; nexşeyeke rê pêşkêşî dike.”
Gorak bal kişand ser wê yekê ku ji bo xurtkirina binesaziya ewlehiya sîber pêwîst e "hêzên herî jêhatî yên kar bên xebitandin, çanda kompaniyê bi pêş bixin û kar bên reformkirin.”
Her wiha got ku “Gefên li ser miletê me ne di xew de ne, ew li her tevgera me temaşe dikin. Êrîşên sîber ên pêşerojê hema hema li dora quncikê ne."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin