Hejmara Duyem a Kovara Kurd’Înalco derket

Hejmara Duyem a Kovara Kurd’Înalco derket

PeyamaKurd - Hejmara duyema a Kovara Kurd’Înalco ku xwendekarên Kurd ên Parîsê, amade dikin, derket. Di berga kovarê de xêzeke portreya Cegerxwîn heye ku ew xêz ji aliyê wênesazê Kurd, Serdar Mutlu ve hatiye çêkirin.

Di wêneyê berga kovarê de bi rêya Cegerxwîn peyama yekîtiyê û netewperweriya Kurdî tê dayîn. Di kovarê de hejmarek nivîsên li ser ziman, wêje, zanistê hene û beşek jê jî hînkereke Fransî tê de cî digire.

Di hejmara duyemîn de lêkolînên li ser Kela Dimdimê û li ser Hecî Qadirê Koyî, wergerên wêjeyî, çîroka “Parsek” a Guy Maupassant ji Fransî û ji Ingîlîzî jî helbesteke “Choman Hardi” hene.

Herwiha rêznivîsek li ser “Dîroka Bajêr” di kovarê de cî digire. Xwendekarekî lîsansa kurdî, Christophe ku fransî ye çîrokek li ser gera xwe ya Hewremanê, bi soranî nivîsiye.

Dîsa di kovarê de hevpeyvîneke taybet, bi Patrice Franceschi re ku him nivîskarekî Fransî ye him jî çalakvanekî piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê cî digire.

Amadekarên kovarê di danasîna xwe de dibêjin; “Armanca me ew e ku xwendekarên kurd ên li Fransayê, ilm û zanîna xwe bi zimanê dayîka xwe, bigehînin gelê xwe û bi vî rengî çand û zimanê xwe biparêzin. Em dizanin ku di pêvajoya azadbûn û tunebûna gelan de, girîngiyeke mezin a zimanan heye û ji ber vê sedemê, şiyara me ev e  Ziman Gelê Xwe Azad Dike.”

Ji bo kirîn û abonetiya Kovara Kurd’Înalco

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin