PeyamaKurd – Li Iraqê li Bexdayê grûbekî terefdarê Muqteda Es-Sadr avêt ser avahiya meclisê ya li Herêma Kesk ku avahiyên hukumetê tev di herêmê de ne. Çalakvan, astengiyên ji betonê derbas bûn û ketin hundir.
Grûba terefdarê Muqteda es-Sadr ji bo namzedê serokwezîrtiyê yê Çarçoveya Koordînasyonê Muhammed Şiya es-Sûdanî protesto bikin, pêşî li ber Herêma Kesk civiyan. Paşî astengên li ber herêmê derbas kirin û ketin avahiya meclisê. Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bang li çalakvanan kir û weha got:
“Zerarê nedin malên giştî û taybet. Yekser ji Herêma Kesk vekişin.”
Grûbên terefdarên Îranê li Iraqê ji bo namzetiya serokwezîrtiyê Sûdanî nîşan dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin