Senatorê Amerîkî Sanders: Wêrankirina Israîlê li Xezzeyê bi bombe û pereyên Amerîkî pêk tê

Senatorê Amerîkî Sanders: Wêrankirina Israîlê li Xezzeyê bi bombe û pereyên Amerîkî pêk tê

PeyamaKurd – Senatorê serbixwe yê Amerîkî Bernie Sanders di pêşnûmeya ku pêşkêşî Senatoyê kir de daxwaz ji rêveberiya Joe Biden kir ku "li ser wêrankirina însanî ya ku Îsraîlê li Xezzeyê pêk aniye ji Kongreyê re raporekê bide" û ev krîz bikeve rojevê û li Senatoyê bê nîqaşkirin.

Sanders di daxuyaniya xwe da wiha got: "Ev karesateke însanî ye û bi pere û bombeyên Amerîkayê tê kirin. Divê em bi vê rastiyê ra rû bi rû bimînin û paşê dawî li hevkariya xwe ya di van kiryaran de bînin."

Sanders daxwaz kir ku rêveberiya Biden li ser asta wêraniya mirovî ya li Xezzeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin raporekê bike, herwiha daxwaz kir ku krîza Xezzeyê di Lijneya Giştî ya Senatoyê de bê nîqaşkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin