PeyamaKurd – Li Îngîltere hekîmên pratisyen bi sedema bi hukumetê re di mijara mehaneyan de lihev nakin, wê di meha nîsanê de 4 roj dev ji kar berdin. Yekîtiya Hekîmên Îngîltere (BMA) ragihand ku di navbera 11-13 ê adarê de ji bo 3 rojan dev ji kar berdabûn û wê di 11-14 ê nîsanê de 4 roj li ser hev dev ji kar berdin. Di daxwuyaniya BMA yê de hat gotin:
“Jimareka zêde endam ji bo dest ji kar berdin, deng dane. Doktorên me gelek dixebitin û di wexta ku pêdiviya me bi wan heye, derdê wan yê maddî, mehaneyên wan yên di bin enflasyonê de karê wan dixe talûkê da ji karê xwe dûr bikevin. Heya hukumet mehaneyan sererast bike, wê greva me dewam bike.”
Herî dawî hekîmên pratîsyen di sala 2016an de ketibûn grevê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin